Em Kî Ne ? ( Biz kimiz?) / Gökhan Bozkuş

Em Kî ne?


  Dema ku şev dadikeve ser milên çiyayan, dengekî hêsirî di nav geliyan de olan dide; bêkes, westiyayî û dilsikestî… Di her fîfika bayê de heman pirs veşartiye: Em kî ne?
Em ew in ku mîna çinareke sedsalî ji koka xwe hatine qutkirin; bedena me li vir, lê rihê me di nav geliyên dûr de maye. Em êşa şitileke ziwa ne ku ji axa xwe hatiye qetandin. Her xeta li ser rûyê me, nexşeya çîrokeke nîvco û rêyeke neçûyî ye.
Em kî ne?
  Em ew in ku hesretê li rojhilatê, xerîbiyê jî li rojavabûnê dikşînin. Di berika me de mistek axa welat a ziwa, di çavên me de agireke gurbetê ya venemiriye. Em ew qêrîna bêdeng in ku li tu derî bi cih nabin, li her derî wekî “yê din” têne naskirin û di zimanê xwe de mehkûmî bêdengiyê bûne.
   Em kî ne?
  Em ew in ku zimanê xwe yê mîna şîrê dê helal, di nav qerebalixa kolanên biyanî de winda kirine. Dema ku ji me dipirsin “mala we li kuderê ye?”, em sîngê xwe nîşan didin; lê ew der wekî qefeseke vala dinale. Bêkesiya me ne tenê ji ber tunebûna kesan e; ji ber ku di nav bajarên herî qerebalix de jî dilê me sêwir maye.
   Em kî ne?
   Em ew koçber in ku bi xewna gundên rê-toz û av-zelal radibin, lê di nav sarbûna betonên sar de şiyar dibin. Navê me carinan “xerîb”, carinan “bêkes”, carinan jî tenê hejmarek e. Lê herî zêde, em ew rêwiyên li ser rêyeke bêdawî ne ku manzilê xwe winda kirine.
  Em bêcih in, em bêwar in… Aliyekî me kederên qedîm ên Mezopotamyayê, aliyê me yê din jî serma û seqema sirgûnê ye.

Biz Kimiz?

   Karanlık çöktüğünde dağların eteğinde bir yankı dolaşır; sahipsiz, yorgun ve kırgın… Rüzgarın her fısıltısında aynı soru gizlidir: Biz kimiz?
  Biz, kökleri sökülmüş asırlık bir çınar gibi, gövdesi burada ama ruhu uzak vadilerde kalanlarız. Toprağından koparılmış bir fidanın kurumuş sancısıyız. Yüzümüzde biriken her çizgi, yarım kalmış bir hikayenin, gidilememiş bir yolun haritasıdır.
Biz kimiz?
   Güneşin doğduğu yere hasret, battığı yerde garip kalanlarız. Cebimizde kurumuş bir avuç memleket toprağı, gözlerimizde sönmeyen bir gurbet ateşi taşıyoruz. Hiçbir yere sığamayan, her kapıda “öteki” diye anılan, kendi lisanında susmaya mahkum edilen o sessiz çığlığız.
  Biz kimiz?
  Biz, ana sütü gibi helal olan dilini, yabancı sokakların gürültüsünde kaybedenleriz. Evimiz neresi diye sorduklarında, göğüs kafesimizi gösteren ama içi boş bir kuş kafesi gibi sızlayan o kederli boşluğuz. Kimsesizliğimiz, sadece kimsemizin olmayışından değil; en kalabalık şehirlerde bile kalbimizin yetim kalmasındandır.
  Biz kimiz?
  Yolları tozlu, suları berrak köylerin rüyasıyla uyanıp, beton soğukluğuna uyanan mültecileriz. Adımız bazen “yabancı”, bazen “garip”, bazen de sadece bir sayıdan ibaret. Ama en çok da, bitmek bilmeyen bir yolda, menzili kaybolmuş yolcularız.


  Yersiziz, yurdsuzuz… Bir yanımız Mezopotamya’nın kadim kederi, bir yanımız sürgünün keskin ayazı.

20.01.2026

This Post Has One Comment

  1. Adem

    ❤️🤲🌹☕

Bir yanıt yazın